AMED - Pêşhateyeke nû derbarê xwediyê Pîne Kafeyê

30-05-2024
RÛDAW
Nîşan Pîne Kafe Ramazan Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dema desteserkirina xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek hat dirêjkirin.

Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek doh serê sibehê di operasyonekê de hatibû desteserkirin.

Biryar bû îro Ramazan Şîmşek derbikeve pêşberî dadwer.

Parêzerê Ramazan Şîmşek Mehdî Ozdemîr ji Rûdawê re ragihand dema desteserkirina Ramazan Şîmşek hatiye dirêjkirin.

Pîne Kafeyê ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên asîmilasyonê yên li ser Kurdî û rêlibergirtina qelsbûna Kurdî hemû xizmetên xwe tenê bi Kurdî didan.

Ev pêngava xwediyê kafeyê di raya giştî de bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û gelek kesan piştgirî dabûyê lê gelek kesan jî êrişî wî kiribû û ew wekî hedefê nîşan dabû.

Polîsan piştî hedefnîşandana Ramazan Şîmşek do sibehê bi ser Pîne Kafeyê de girtibûn û ew desteserkiribûn.

Karvedanên girtina Ramazan Şîmşek

Birayê Ramazan Şîmşek do ji nûçegihanê Rûdawê Abduselam Akincî re axivîbû û eşkere kiribû ku birayê wî Ramazan ji ber meseleya Kurdî hatiye desteserkirin.

Li aliyê din Baroya Amedê û Baroya Mêrdînê jî li ser girtina Ramazan Şîmşek daxuyanî dabûn û daxwaz ji hikûmetê kiribûn ku divê êdî bêtehemiliya li hemberî Kurdî bi dawî bibe.

Esnaf û dukandarên Kuçeya Hunerê ya Amedê jî do ji bo şermezarkirina girtina Ramazan Şîmşek li ber Pîne Kafeyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xisitbûn.

Ji ser torên medyaya civakî jî bi hezaran kesî girtina Ramazan Şîmşek şermezar kiribû û piştgiriya xwe ji bo Ramazan Şîmşek anîbûn ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst