Dadgeha Federal a Iraqê: Dirêjkirina dema Parlamentoya Kurdistanê ne destûrî ye

30-05-2023
RÛDAW
Parlamentoya Kurdistanê
Parlamentoya Kurdistanê
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê roja Sêşemê kom bû û biryar da ku dirêjkirina dema parlemana Kurdistanê ne destûrî ye. Yek ji gilîkaran dibêje “ji 6-11-2022 her biryarek ji aliyê Perlemana Kurdistanê ve hatiye derxistin `ne qanûnî û nedestûrî ye`.”

Roja Sêşemê 30-05-2023 Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di bareya çend gilînameyan de guft û go kir û yek ji wan dirêjkirina maweya parliyamenta Kurdistanê bû Dadgehê biryar da ku dirêjkirina dema parlamentoya Kurdistanê ne destûrî ye.

Roja 9ê Cotmeha 2022ê proje yasaya dirêjkirina dema erkê dewra pêncem a yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê heta dawiya sala 2023ê bi 80 dengan ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû pesendkirin, di demekê de erka parlamentoya Kurdistanê di 6.11.2022an de bi dawî bû.

Ew gilî ji aliyê Serokê Tevgera Nifşê Nû li Parlamentoya Iraqê Sîrwa Ebdulwehîd ve hatibû kirin.

Piştre Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihammed, Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid û Serokê Tevgera Nifşê Nû li Parlamentoya Kurdistanê Kawe Abdulkadir jî bi gilînameyên xwe bi hev girêdan.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê  di derbarê giliyan de di 18ê Kanûna 2022an de yekemîn rûniştina xwe li dar xist.

Kesên gilîkar bi hêceta ku li dijî madeyên 5 û 20ê yên destûra Iraqê û “maddeya 51ê ya yasaya jimare 1 ya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya sala 1992ê ye." daxwaza betalkirina dirêjkirina dema erkê parlementoya Kurdistanê dikin.

Serokê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê Casim Mihemed Ebûd piştî gotubêjkirina giliyan metna biyarê xwedn û amaje bi wê yekê kir ku dema xola 5emîn a parlamentoya Kurdistanê di dema ku hatiye diyarkirin de bi dawî bûye û got “Her tiştê ku piştî wê heyama yasayî ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ve hatibe derxistin ji aliyê destûrî ve betal e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst