HPG: Êrişa li Metînayê derbasî qonaxeke nû bû

30-04-2024
Nîşan HPG Metîna Daxuyanî Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) got, “Êrişa dagirkeriyê ya ku 16ê Nîsanê li herêma Metînayê dest pê kir, derbasî qonaxeke nû bû."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê têkildarî êrişên artêşa Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got:

“Artêşa Tirk a dagirker di êrişa dagirkeriyê de ji xeta Girê Çarçelê ber bi Girê Şehîd Dilbirîn ve çû.

26ê Nîsanê ji saet 20:00î heta 23:00yan Qada Berxwedanê ya Golka bi helîkopteran hat bombekirin.

Piştre li Qada Berxwedanê ya Golka bi helîkopterên Skorsky dagirkeran xwe li Girê Şehîd Ezda danî.

Di rewşa heyî de artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Golkayê li ser girên Şehîd Hesen, Şehîd Sorxwîn, Şehîd Ezda û Şehîd Dilbirîn e.”

HPGyê diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê dixwaze bi kepçeyan rêyan veke, hem li qadê bi cih bibe hem jî biçe ser tunelên şer.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst