Şerê li Şirnexê: Nasnameya 4 gerîlayan hat eşkerekirin

28-06-2024
Nîşan HPG Şer Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê 4 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

HPGyê ragihand ku 20ê Hezîranê li Elkê di navbera gerîlayan û leşkerên Tirkiyeyê de şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, nasnameyên gerîlayên ku di vî şerî de canê xwe ji dest daye wiha ne:

Brûsk Kato: Navê wî yê fermî Basrî Cîn e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Rustem Çekdar Kato: Navê wî yê fermî Sefer Temel e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Kamûran Teyrêbaz: Navê wî yê fermî Yilmaz Sala ye ew ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye.

Dilsoz Gabar: Navê wî yê fermî Arvîn Huseynî ye û ew ji bajarê Şahoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

HPGyê destnîşan kir ku Brûsk Kato sala 2011an, Rustem Çekdar Kato û Kamûran Teyrêbaz sala 2013an û Arvîn Huseynî jî sala 2018an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst