Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

13-05-2024
Nîşan HPG Gerîla Nasname Xakurkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê di daxuyaniya xwe de got:

“Hevrêyên me Merwan û Tûfan 18ê Nîsana 2024an di encama êrişên dijmin ên li Xakûrkê de şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Merwan Zêrevan: Navê wî yê fermî Ahmet Îbrahîm El Ahmet e û ew li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ji dayîk bûye.

Tûfan Koçer: Navê wî yê fermî Ahmet Bayar e û ew li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

HPGyê da zanîn ku Merwan Zêrevan sala 1997an û Tûfan Koçer jî sala 2012an tevî refên gerîlayan bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst