Şirnex - Wesayîta leşkerî qulibî: 2 leşker mirin û 2 jî birîndar bûn

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Wesayîta Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexê wesayîteke leşkerî wergeriya û di qezayê de 2 leşker  mirin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, îro li gundê Şerefiyê yê Şirnexê wesayîteke leşkerî ji rê derket û qulibî.

Di qezayê leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê buyerê û leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Hat ragihandin leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê miriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst