Rêberê Tevgera Îslamî li ser ‘daxwaza azadkirina Ocalan’ axivî

30-04-2021
RÛDAW
Nîşan Îrfan Elî Ebdulezîz Abdullah Ocalan PKK Tirkiye Ebdullah Wertî Tevgera Îslamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî peywendiyên tevgera xwe li gel Tirkiyê wek, “peywendiyên dîrokî” pênase dike û di bersiva bo berdevkê tevgerê jî ku di heyama derbasbûyî de daxwaza azadkirina Ocalan kiribû, got, “Ew boçûna wî ya taybet e.”

Roja Pêncçemê ji aliyê ofîsa wê partiyê ve, beşek ji hevpeyvîna Îrfan Elî Ebdulezîz, Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî belav hat belavkirin ku  li gel Ajansa Andoluyê ya Tirkiyê encam daye.

Li ser pirseke ka gelo nêrîna wan çi ye li ser gotinên berdevkê hizbê yên ji bo azadkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Rêberê Tevgera Îslamî got, “Ew ne helwesta fermî ya tevgerê ye, em Tirkiyê wek dostê xwe dibînin û ji serdema rehmetî Turgut Ozal ve peywendiyên me sirûştî ne û nûnertiya me heye. Em destwerdanê di karûbarên dadgehên Tirkiyê de nakin.”

Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî herwiha dibêje, “Ew a berdevk nivîsiye, nêrîna taybet a wî ye û tenê li rûpela xwe ya taybet nivîsandiye û ne boçûna fermî ya Tevgera Îslamî ye.”

Ebdullah Wertî, Berdevkê Tevgera Îslamî, destpêka vê mehê li rûpela xwe ya taybet daxwaz kiribû ku Tirkiye Rêberê PKKê Abdullah Ocalan azad bike.

Wertî roja roja 9ê Nîsanê jî zelalkirinek derbarê mijarê de li rûpela xwe belav kiribû û nivîsîbû, “Rast e ez Berdevkê Tevgera Îslamî me, lê ne merc e hemû daxuyanî, axaftin û gotinên min nêrînên hizba min bin.”

Li ser gotinên xwe yên derbarê azadkirina Abdullah Ocalan de jî Berdevkê Tevgera Îslamî diyar kir, “Li ser azadkirina Ocalan, beşek ji wan nû û beşek jî kevn in, mixabin hinek aliyên ne berpirs bo armancên xerab bikar tînin. Ez weke hemwelatiyekî Kurd wek mafê xwe dizanim daxuyanî û nivîsan belav bikim, ev jî nêrîna min e ne ya hizba min.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 15ê Sibata 1999an li Kenyayê hat girtin û bo Tirkiyê hat veguhastin. Roja 29ê Hezîranê jî hat dadgehîkirin û biryara darvekirinê derbarê wî de hat dayîn.

Tebaxa 2002an jî Tirkiyê cezayê darvekirinê rakir û cezayê Abdullah Ocalan jî bo zindanîkirina heta hetayê hat guhertin.

Herî dawî roja 25ê Adara 2021an zanyarî derbarê Ocalan de hat wergirtin ku piştî 7 mehan birayê wî Mehmet Ocalan peywendiyeke telefonî li gel pêk anî.

Di wê peywendiya telefonî de ku 5 xulekan berdewam kir, Abdullah Ocalan ji birayê re tekez kir, “22 sal in li zindanê me. Mafê min heye hevdîtinê li gel parêzerên xwe pêk bînim.”

Ji ber ku rê bi Abdullah Ocalan nayê dayîn hevdîtinê li gel parêzerên xwe pêk bîne, ev heyameke dirêj e li zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiyên wek girêva bircîbûnê birêve diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst