Bahozê banê xaniyan rakir; kesek mir û 8 kes birîndar bûn

30-03-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Bahoz Mûş Çewlîg Agirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, ji ber bahoza ku ji doh 29ê Adarê ve dest pê kiriye banê bi sedan avahî, dibistan û kargehan firiyan û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kes birîndar bûn. Herwiha zerareke zêde ya madî çêbû.

Li gundê Vişkuçirê yê navçeya Dara Hênê ya ser bi parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ve, melayê bi navê Mesut Pirildar ê 45 salî dema derket ser banê xaniyê xwe ku ji ber bahozê zerar dîtibû, bi rabûna bahozê re bi banê xanî re ket erdê û canê xwe ji dest da.

Termê Mesut Pirildar ji bo karên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê hat veguhestin.

Herwiha li navenda Çewlîgê û li navçe û gundên wê ji ber bahozê banê bi dehan xaniyan û tabelayên dikanan firiyan.

Li navçeya Dara Hênê, banê xaniyekî ku firiya bi ser Yuksel Yalçin de ket û ew birîndar kir.

Yuksel Yalçin ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Dara Hênê hat veguhestin. Hat ragihandin metirsiya canî ya Yalçin nîne.

Li gundê Zîrekê yê navçeya Patnosa Agirî ya Bakurê Kurdistanê jî, li baxçeyê dibistanê dar bi ser xwendekaran de hilweşiya û di encamê de 7 xwendekar birîndar bûn.

Ew 7 xwendekar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê hatin rakirin. Xwendekar piştî dermankirinê bo mal hatin şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst