Li Wanê 63 koçberên Efxanî hatin desteserkirin

30-03-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di depoyekê de 63 koçberên Efxanî hatin desteserkirin.

Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Wanê li ser agahiya ku grûbeke koçberên Efxanî bi awayek neyasayî sînor derbaskirine û xwe di depoyeke nêzîkî Navçeya Pîşesaziyê ya Gevaşê de veşartine operasyonek dan destpêkirin.

Di encama operasyonê de 63 koçberên Efxanî yên ku xwe di wê depoyê de veşartibûn hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan beşek ji wan koçberan nexweş bûn û beşek ji wan jî di rê de birîndar bûne.

Hat ragihandin ku piştî dermankirina koçberên birîndar, koçberên destserkirî bo Navenda Koç û Koçberan a Wanê hatin şandin.

Parêzgarê Wanê berî demekê ragihandibû ku tenê di Sibata îsal de 3 hezar û 288 koçberên Efxanî û 171 qaçaxçî li Wanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desterkirin. Herwiha hêzên ewlekariyê heta niha dest danîne ser 68 otomobîlên ku di veguhastina koçberan de dihatin bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst