Li Wanê di hefteyekê de 95 koçber hatin desteserkirin

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di hefteyekê de 95 koçber hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlehiyê li seranserê parêzgehê kar û xebatên rûbibûrûna qaçaxçîtiya koçberan didomînin.

Di çarçoveya wan xebatan de hêzên ewlehiyê di navbera 22 - 28ê Kanûna Paşîna 2024an de 21 operasyon pêk anîne.

Di wan operasyonan de 95 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha derbarê 8 kesan de jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan karûbarên yasayî hatine desteserkirin.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên Efxanî û welatên din ên wekî Îran û Pakistanê, wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst