Li Wanê çiyagerên Îtalî di bin aşûtê de man

30-03-2022
RÛDAW
Nîşan Wan Çiyagerên Îtalî Aşût Payîzava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku 4 çiyagerên Îtalî li çiyayekî navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kaşûn dikirin,  di bin aşûtê de mane. Li gor zanyariyan ew 4 çiyager ji aliyê hevalên xwe ve hatine rizgarkirin û lingê yek ji wan şikestiye.

Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ragihand ku Îro 30ê Adara 2022ê grûbeke geştiyarên biyanî ya Îtalî ku ji 12 kesan pêkdihat bi germbûna hewayê bi armanca kaşûnê çûne devereke çiyayî ya navçeya Payîzava ku metirsiya aşûtê li wî cihî hebû.

Bîlmez da zanîn ku di encama aşûtê de lingê yek ji çîyagerên Îtalî şikestiye û got “Navçe ciheke ku metirsiya aşûtê li ser heye. Vê grûbê li wir kaşûn dikir. Welatiyeke Îtalî ku kaşûn dikir, lingê xwe şikandiye. Me li ser agahdariyê helîkopter şand cihê bûyerê û ew ji cihê bûyerê veguhast nexweşxaneyê.”

Li gor zanyariyan piştî bûyerê hejmareke tîmên Rêveberiya Kareset û Rewşên Bilez (AFAD) û tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û çiyagera Îtalî ya bi navê Paola Favero ku temenê wê 61 sal in bi helîkopterê bo nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Wanê hatiye veguhastin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst