Wan: Rêya ji ber ketina aşûtê hatibû girtin hat vekirin

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Şax Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li parêzgehan Wanê rêya navbera Wan û Şaxê ku ji ber ketina aşûtê hatibû girtin hat vekirin.

Duh li 15 kîlometreyan nêzîkî navçeya Şaxê ya Wanê li du cihan aşût ketibû.

Ji ber ketina aşûtê rêya navbera Şaxê ya Wanê û navîeya Perwariyê ya Sêrtê ku her du parêzgehan bi hev ve girê dide hatibû girtin.

Li gorî agahiyan îro li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê rêya navbera Wan û Şaxê hat vekirin.

Herwiha kar xebata vekirina rêya navbera Şax û Parwariyê jî hatiye destpêkirin.

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê rewşa keşûhewayê jiyana rojane ya welatiyan zehmet kiriye.

Ji bo çend cihan jî hişyariya lehî û aşûtê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst