Pîrejineke Efrînî ji kerba revandina kurê xwe mir

30-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî ku pîrejineke 83 salî ji kerba revandina kurê xwe dimire, erebekî hawirde yekser dest datîne ser mala wê.

Dayîka Kurd ku ji gundê Qirigolê nahiya Bilbilê bû, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê rûdinişt, bêyî kesekê pê bihese di mala xwe de dimire.

Ew dayîka Kurd a bi navê Sebah Mihemed Hisên ji qehra revandina kurê xwe dimire, berî 4 salan çekdaran kurê wê revandin, ev 4 sal bûn ku wê êşa revandina kurê dikişand.

Sebah Mihemed Hisên 83 salî bû û piştî mirina wê bi rojekê cîran pê dihesin û wê binax dikin.

Lê di dema veşartina wê de Erebekî hawirde yê bi navê Ebû Hemdo El Mezrafî ku xelkê bajarokê Xan Şêxûn ê Idlibê ye û weke berpirsê alîkariyan li taxê kar dike, tavilê dest danî ser mala pîrejina Kurd.

Berî demekê çekdarên Lîwa El Muhtesêm Billah hemû kelûpelên di mala wê de li ber çavên wê jê standin û tenê betaniyek û hinek tiştên malê jêre hîştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst