Hewlêr (Rûdaw) - MSDyê got, “Berxwedana Kobaniyê bûye nimûneyeke cîhanî ya têkoşîna li hemberî hêzên tarî û tundrew.”
Îro Roja Cîhanî ya Kobaniyê ye.
Ji sala 2016an ve 1ê Çiriya Paşîn wekî Roja Cîhanî ya Kobaniyê tê pîrozkirin û li Kurdistanê û seranaserê cîhanê gelek çalakî tên lidarxistin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi wesîleya Roja Cîhanî ya Kobaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
“Bûye nimûneyeke cîhanî”
Meclisa Sûriya Demokratîk bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobaniyê û got:
“Berxwedana Kobaniyê bûye nimûneyeke cîhanî ya têkoşîna li hemberî hêzên tarî û tundrew, her wiha bûye sembola vîna mirovahiyê ya li dijî zordestî û terorê.
Xwîna rewan ku li ser axa Kobaniyê hat rijandin û lehengiya xort û keçên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, yekitiya gelê me pêk anî û da nîşan ku civaka Sûriyeyê yek e.”
“Ev êriş ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser tên kirin”
Meclisa Sûriya Demokratîk bal kişand êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û da zanîn:
"Ev êriş ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser tên kirin, ev destdirêjî li dijî aramiya herêmê û paşeroja demokrasî û dadmendiya herêmê ne.”
Meclisa Sûriya Demokratîk bangî civaka navneteweyî kir ku li beramberî van êrişan bê deng nemîne.
DAIŞê 15ê Îlona 2014an, bi çekên giran êrişeke giran bire ser bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê û derdora bajêr.
DAIŞê derdora ji sedî 80yê bajarê Kobaniyê kontrol kir û nêzîkî 500 hezar kesî koçber û derbider bûn.
1ê Çiriya Paşîn a 2014an li seranserê cîhanê êrişa hovane ya DAIŞê hat şermezarkirin û gelek ciwanên Kurd ji bo berxwedanê derbasî Kobaniyê bûn.
Berxwedana Kobaniyê 134 rojan ajot û 26ê Kanûna Paşîn a 2015an, bajarê Kobaniyê bi temamî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse