WAN / BEDLÎS - Ji 43 desteserkiriyan 7 kes hatin berdan

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Bedlîs Operasyon Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 43 kesên ku li parêzgehên Bedlîs û Wanê yên Bakurê Kurdistanê hatibûn desteserkirin, 7 kes hatin berdan.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Huseyin Olan got ku, bi operasyonan dixwazin gund bên valakirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê duh li gund û navendên bajarokên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê û navçeyên Rêya Armûşê û Westanê yên Wanê di operasyonekê de bi ser çendîn navnîşanan de girtibûn.

Di wê operasyonê de bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxistinê” 43 kes desteser kiribûn.

Berî ku bi ser malan de bê girtin leşkerên Tirkiyeyê derdora gundan dorpêç kiribûn û piştre bi ser gelek malan de girtibûn. 

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji wan 43 kesan 7 kes hatine berdan û wergirtina îfadeya 36 kesên din jî berdewam e.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, ji 43 welatiyê desteserkirî kesên bi navên Reşit Aydin, Abdurrahman Avcil, Şukru Avcil, Azize Çetin a 70 salî, Sunay Hergul, Pekin Hergul û Nazife Hergul hatin berdan.

Parlamenterê HEDEPê yê Bedlîsê Huseyin Olan derbarê operasyonan nerazîbûn nîşan da û got:

“Ji mehên Payîzê ve li gundên Bedlîsê operasyon berdewam in. Payîzê li wê derê operasyonek hat kirin û 10 gund bi mehan di jêr dorpêçê de man.

Mirovan nikarî biçin nav bexçeyên xwe û berhemên biçînin. Bi sedan dar ji ber çûna wesayîtên leşkerî hatin hilkirin.

Sedema serekî dixwazin gund bêne valakirin û naxwazin li nêzîkî baregehên leşkerî kesek bijî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst