Li Şirnexê 2 kes bi tohmeta PKKyê hatin girtin

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê roja şemiyê 35 kes bi tohmeta PKKyê hatibûn desteserkirin.

2 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin û 33 kes jî hatin berdan.

Ew 35 welatî 25ê Çiriya Pêşînê di operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê de hatibûn desteserkirin.

Polîsan serê sibehê li bajarokên Cizîr û Silopyayê yên Şirnexê bi ser malên wan de girtibû û piştî desteserkirinê ew veguhastibûn Rêveberiya Giştî ya Polîsên Şirnexê.

Doh, 13 kes ji wan hatin darizandin û 2 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin û 11 kes jî bi mercê edlî hatin berdan.

Herwiha doh 22 kes jî piştî wergirtina îfadeyan a li Rêveberiya Polîsan, ji bo dadgehê hatin şandin û bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst