DÊREZOR - HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî bi êşîran re civiyan

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Hevpeymaniya Navneteweyî Dêrezor Eşîra Igêdatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî doh li Dêrezorê bi rîspî û şêxên êşîra Igêdatê re civînek li dar xist.

Di civînê de, bûyerên ku di du mehên borî de li gundewarê parêzgeha Dêrezorê çêbûn hatin gotûbêjkirin.

Rîspî û şêxên eşîra Igêdatê ragihandin ku grûpên çekdar ên ser bi Îranê û Hikûmeta Sûriyeyê ve li wan navçeyan li pey têkdana aramiyê ne.

“Rewş ji Hevpeymaniya Navneteweyî re hate zelalkirin”

Rîspiyekî eşîra Îgêdatê yê ku beşdarî civînê bû got:

“Di ragihandinê de hate diyarkirin ku şer di navbera hêzên eşîran û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, êdî rewş bi awayekî baştir ji hevbeşên Hevpeymaniya Navneteweyî re hate zelalkirin.

Me çend xalên wekî nûkirin û xurtkirina hevbeşiyê li gel Hevpeymaniya Navdewletî, bi rêya Hêzên Sûriyeya Demokratîk re gotûbêj kir.

Herwiha me daxwaza piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kir. Gelek mijarên din jî hatin gotûbêjkirin.”

Şêxên eşîra Igêdatê diyar kirin ku ew rê nadin ti aliyekî destêwerdanê di karûbarên navçeyê de bike.

Herwiha wan tekezî li ser wê yekê kirin ku ew li gel projeya HSDyê ne.

“Ji bo têkdana ewlehî û aramiya li navçeyê em rê nadin ti kesî”

Rîspiyekî eşîra Îgêdatê wiha pê de çû, “Em şêx û rîspiyên navçeyê, bi taybetî yên li Dêrezorê, tekez dikin ku em li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.

Ji bo parastina ewlehî û aramiya li navçeyê em rê nadin ti kesî yan dewletekê yan ti milîsekê ku destêwerdanê di karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi giştî û Dêrezorê bi taybetî bike.”

Ji du mehan ve li parêzgeha Dêrezorê, di navbera HSDyê û hin grûpên çekdar de alozî berdewam e.

Bi nerîna HSDyê, ew grûpên li wê navçeyê ser bi Hikûmeta Sûriyeyê û hêzên Îranê ve ne û armanca wan têkdana ewlehî û aramiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst