Hewlêr (Rûdaw) - Li kampên koçberên Sûrî yên li navçeya Çiyayê Parsê li ba Deriyê Bab el-Selamê ku di dest grûpên opozisyona Sûriyê de ye, li bakurê wî welatî, ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiye û hêzên Kurdî de li navçeyê bi tirs dijîn.
Koçberê Sûrî Elî el-Cinûbî dibêje “Ka emê biçin kûderê, ne Tirkiye pêşwaziyê li me dike, û ne welatên din. Ji ber bordûmanê jî, ne zarok û ne jin, ti kes nikare razê. Ev navçe zêdeyî carekê hatiye bordûmankirin, 4-6 mûşek hatine avêtin. Xelk di tirsê de ne, çadir jî me naparêzin.”
Deh sal in ev koçber ji cihekî bo cihekî din ji ber şer û topbaranê direvin heta ku gehiştine nêzîkî sînorê Tikriye, li vir jî aramî ne dîtine, lewra hawara xwe digihînin aliyên peywendîdar.
Koçberê Sûrî Xelef Casim got “Xuyaye emê bimrin, ka emê biçin kûderê, emê berê xwe bidin kûderê? Dîwarê Tirkiye rê li ber me girtiye û çiya jî li aliyekî din, ka emê biçin kûdrê? Em li vir asê mane, rêya revê jî li ber me nemaye.”
Li bakurê Sûriyê 1293 kampên koçberên Sûrî zêdeyî 2 milyon kes li xwe vedihewînin, piraniya wan jî bi awayekî bêserûber li nav zeviyên çandiniyê hatine vedan. Tevî derd û êşên baran û serma zivistanê, gelek caran jî rûbirûyê topbaran û mûşekbarana aliyên şerker dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse