Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku ew dê sibe encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihînin.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xulayî îro ji Rûdawê re ragihand ku ew dê sibe saet 10:00an li avahiya Komîteya Navendî ya Komîsyona Hilbijartinan a li Hewlêrê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere bikin.
Cumane Xulayî got:
“Piştî eşkerebûna encaman partî û namzedên serbixwe dê karibin îtiraza xwe bikin.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 21ê Çiriya Pêşînê amarên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.
Rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 72 bû.
Li gorî encamên komîsyonê hejmara kursiyên partiyan li Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî
Newey Nwê (Nifşê Nû): 15 kursî
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7 kursî
Tevgera Helwestê: 4 kursî
Komeleya Dadgeriyê (Komel): 3 kursî
Eniya Gel: 2 kursî
Tevgera Goranê: 1 kursî
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 1 kursî
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse