Li Şemzînanê kevir bi ser mînîbusa rêwiyan de ketin

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şemzînan Minîbus Kevir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li  navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, di dema xebatên çêkirina rê de kevir bi ser mînîbuseke rêwiyan de ketin.

Li gorî zanyariyan, îro li ser rêya sereke ya Şemzînan û Rûbarokê di dema xebatên çêkirin û firehkirina rê de kevir bi ser mînîbusekê de ketin.

Di wê mînîbusa rêwiyan de 5 kes hebûn.

Di bûyerê de zererên canî nebûn lê zerereke zêde ya madî gihişt mînîbusê.

Piştî bûyerê rêya sereke ya Şemzînan û Rûbarokê hat girtin û li ser rê rêzeke dûr û dirêj a otomobîlan çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst