Meşa dîrokî ya Mela Mistefa Barzanî: Şopên wê li Şemzînanê hîn jî zindî ne

29-10-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Mela Mistefa Barzanî / Wêne: Arşîv
Mela Mistefa Barzanî / Wêne: Arşîv
Nîşan Mela Mistefa Barzanî Yekîtiya Sovyetan Meşa Dîrokî
A+ A-

FÎÇER - Di dîroka Kurdistanê de çûna Mela Mistefa Barzanî ya Yekîtiya Sovyetê yek ji bûyerên herî girîng e.

Mela Mistefa Barzanî tevî 500 Pêşmergeyî sala 1947an berê xwe dide Yekîtiya Sovyetê.

Meşa Mela Mistefa Barzanî û Pêşmergeyan ji Başurê Kurdistanê dest pê dike, Barzanî derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê navçeya Şemzînanê dibe.

Ev der e li navçeya Şemzînanê gundê Bêmboyê ye, yek ji wan gundan e ku Mela Mistefa Barzanî û Pêşmerge di dema meşa Sovyetê de berê xwe dayê û ew lê mane. Hîn jî gelek bîranînên wan li vî gundî mane. 

Evdilmecîd Seîd Bêmbo, xelkê gundê Bêmboyê ye. Wî li ser rêwîtiya Mela Mistefa got:

“Cenabê Barzanî 25ê meha 5an sala 1947an ji gundê Bêdawê derket, hat gundê Bayê. Dema hatiye Bayê babê min Seîd Bêmbo, li gundê Bayê çû pêşwaziya wî.

Du rojan li gundê Bayê bi Barzanî re ma, 27ê meha 5an piştî nivro leşker (Pêşmerge ) bi serokatiya Barzanî bi rê ket, Gundê Bayê dikeve pişt van çiyayayan, ew jî pişt van çiyayan derketin û rêya wan ket vê heremê, hatine serê Deştîlokê.

Du Deştîlok hene, yek ji wan Deştîloka Şemo ye û  li ser Geverê ye, ya din jî Deştîloka li ser Şemzînanê ye.

Hatine serê Deştîlokê û ji rêya Kevlîkê derbas bûn gehiştineGerke Cina ku ew der war û zozanên me ne. Bavê min dibêje bo serê êvarî em gehiştine Deştîloka Şemzînanê.”

Mela Mistefa Barzanî û Pêşmerge li gundên Şemzînanê bi germî tên pêşwazîkirin.

Mela Mistefa li van gundan bi xelkê re civînan encam dide û behsa bîr û hizra neteweyî dike, beşek xelkê wan gundan jî heta ser çemê Erezê bi Pêşmergeyan re dimeşin.

Nêviyên wan kesan hîn jî bi perûşî behsa fedakarî û dilsoziya Mela Mistefa Barzanî û Pêşmergeyan dikin.

Evdilmecîd Seîd Bêmbo, wiha berdewam kir:

“Heta digihin ser Rûbarê Erezê çend rojan di rê de dimînin. Bavê min jî heta ser Rûbarê Erezê bi cenabê Barzanî re diçe, bavê min behsa gelek serpêhatiyên xwe yên di rê de dikir.

Beşek ji wan me ji bîr kirine lê behsa tiştekî dike ku di bîra min de maye, bavê min digot me li cihekî bêhna xwe dide, Barzanî ji çenteyê xwe hindek keşk derxistin, yek ji taybetiyên Cenabê Barzanî jî ew bû ku ti demê çente û çeka xwe nedidan ti kesekî.

Îcar bavê min digot Cenabê Barzanî hindek keşk ji çenteyê xwe derxistin û xistin nava şûtika xwe û qutan û hûr kirin û li Pêşmergeyan da dabeş kirin û hindek toza keşkan ma, bixwe jî ew xwar.”

Li navçeya Şemzînanê du gundên ku Mela Mistefa Barzanî û Pêşmergeyan dema meşa Sovyetê çûne wan hene.

Yek ji wan gundê Bêmboyê din jî gundê Bayê ye. Hatina Mela Mistefa Barzanî û Pêşmergeyan heta niha jî bandoreke cidî li ser bîr û hizra xelkê wan gundan û deverê hêlaye.

Wêjekar Qahir Bateyî jî bi vî awayî behsa bandora vê meşa Mela Mistefa kir:

“Bêgoman hatina rehmetî Mela Mistefa Barzanî û dema çûna Rusyayê derbasbûna wî ji van gundan û şoreş û xebata wî bandoreke yekcar zêde li ser hişmendiya neteweyî ya civakê dirist kiriye.

Mela Mistefa Barzanî weke efsaneyekê dihat gotin di nava civakê de.

Serpêhatiyên Mela Mistefa Barzanî dema behs lê dihat kirin ji bo me zarokan weke çîrokan bûn em di nava wan de mezin bûn. Wî jî kariye bandora xwe li ser her Kurdekî vê heremê bike.”  

Gundê Bêmboyê hîn jî avadan e û nêzîkî 50 malî lê hene lê gundê Bayê ji ber şerên di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de hatiye valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst