Salîm Ensarîoglu ji Serok Mesûd Barzanî re sersaxî xwest

28-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Salîm Ensarîoglu Serok Mesûd Barzanî Peyama Sersaxiyê Zekiya Mela Mistefa Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu ji ber wefa xwişka wî ji Serok Mesûd Barzanî re sersaxî xwest.

Zekiya Mistefa Barzaniya xwişa Serok Barzanî 23yê vê mehê çûbû ser dilovaniya xwe.

Salîm Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de wiha got:

“Min bi xemgînî wefata Zekiya Mele Mistefa Barzaniya xwişa Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê dostê min birêz Mesûd Barzanî bihîst.

Rehma Xwedê lê be, ji malbat û hezkiriyên wê re sersaxî û sebirê dixwazim. Cihê wê bihûşt be.”

Mehmet Salîm Ensarioglu piştî nîqaşên Şêx Seîd ji ÎYÎ Partiyê îstifa kiribû.

Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Ensarioglu, di navbera salên 1987-1991ê de Serokatiya DYPyê ya Amedê kir.

Salîm Ensariogluyê ku di serdemên 19, 20 û 21an de parlementerê Amedî bû, di hikûmetên 51, 52 û 54an de wekî wezîrê dewletê kar kiribû.

Zekiya Mela Mistefa Barzaniya ku ev demek e tedawî dibû, 23yê Sibatê li Nexweşxaneya Hewlêrê koça dawî kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst