Mirina mejî ya pitika di êrişa Îranê de hatibû dinê çêbû

29-09-2022
RÛDAW
Zanyar Reyhmanî ê hevjînê  Rêyhan Kenanî ku di heman êrîşê de birîndar bibû, ji Rûdawê re behsa tenduristiya pitikê xwe kir
Zanyar Reyhmanî ê hevjînê Rêyhan Kenanî ku di heman êrîşê de birîndar bibû, ji Rûdawê re behsa tenduristiya pitikê xwe kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pitikê ku duh di dema êrîşa Îranê de, hatî dinê û dayika wî canê xwe ji dest dabû, îro ew jî ji aliyê mejî ve mir. Bavê pitikê dibêje: “Bijîşk li benda biryara min in. Niha divê ez wî û diya wî bi hev re defin bikim.”

Rêyhan Kenanî ya ku ji zaroka xwe ya ewil ducanî bû, duh di êrîşa mûşekî û drona a ji aliyê Pasdarên Îranê ve li ser navçeya Koye ya Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da û pitika wê jî bi mudaxeleya bijîşkan hat rizgarkirin.

Bijîşk li benda bav in

Zanyar Rehmanî ê hevjînê  Rêyhan Kenanî ku di heman êrîşê de birîndar bibû, ji Rûdawê re behsa tenduristiya pitikê xwe kir.

Rehmanî ku beşdarî bultena Rûdaw TV bû, got: “Bijîşkan ragihandin ku dema zarok di zikê dayika xwe de bûye, xwîn neçûye mejiyê wî, lewma mirina mejî çêbû. Mixabin, niha dilê wî tenê lêdide. Nexweşxane niha li benda min e ku ez derbarê jiyana zarokê xwe de biryara xwe bidim. Tê gotin ku ne mimkûn e ku bijî.”

Rehmanî diyar kir ku ji bo wî biryardayîn zehmet e û got: “Ez niha nizanim çi bêjim. Ez nikarim biryarekê bidim. Rewşek pir dijwar e. Diya wî navê wî kiribû Wanyar. Cenazeyê Rêyhan niha li morgê ye. Eger zarokê min bimire em dê herduyan bi hev re defin bikin. Ez dê li gorî encama ji nexweşxaneyê derbikeve biryara xwe bidim.”

Bi hev re birîndar bûn

Zanyar Rehmanî da zanîn ku ku ew du sal berê zewicîn û wiha behsa bûyera wê rojê kir: “Piştî gefên dawî yên Îranê, min ji hevjîna xwe xwest ku ew ji Koye derkeve lê wê qebûl nekir. Wî dixwest bi min re bimîne. Duh jî wek her carê serê sibê saet di navbera 07:30-08:00 de ez li ser kar bûm. Dema ez hatim malê, Şima (Rêyhan) got, îro min nehêle, ez bêzar im. Ez saetekê li cem wê mam û saet di 09:00 de çûm kar. Piştî saet û nîvekê dengê teqînê hat. Cihê kar kîlometreyek dûrî malê bû.

Dema ez nêzîkî malan bûm, mûşekek 20 metre dûrî min ket û li mala hevalekî min ket. Rêyhan li ber derî li benda min bû. Ez jî di dema ketina mûşan de ketim erdê û ji zikê xwe ling û serê xwe ve birîndar bûm. Ez rabûm ber bi Rihanê ve biçim, lê ew jî birîndar bibû. Rabû û bi qasî metreyekê meşiya, paşê ji ser xwe çû. Min ew li otomobîlê siwar kir û bi hevalê xwe re me bir nexweşxaneya Koye. Bijîşkan yekser ew birin emeliyatê, û zaroka me hat dinê. Piştre bo Hewlêrê hat veguhestin. Paşê ji min re gotin ku hevjîna te jiyana xwe ji dest daye.”

"Gunehê me Kurdbûn e"

Rehmanî wiha behsa xwe û hevjîna xwe kir, “Rêyhan xelka Merîwanê bû û ez jî xelkê Sineyê me. Me li kampê hev dît. Ez pêşmerge me bûm, ew jî endama partiyê bû. Me pir ji hev hez dikir. 13 roj berê Jîna Emînî hat kuştin, duh Rihan, sibê Wanyar dê bimire. Daxwaza min ji gelê Rojhilat ev e; Îranê li zarokên me rehm nekir. Îro em, sibe hûn dibin qurbanî. Gunehê me tenê Kurdbûn e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst