Partiya Azadiya Kurdistanê: 8 Pêşmerge şehîd bûn û 2 jî winda ne

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Husên Yezdanpena Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) navên şehîdên bombebaranê baregeha xwe ya li devera Şêrawa ya nêzîkî Pirdê eşkere kir û diyar kir ku di êrîşên Îranê de 8 Pêşmergeyên wan şehîd bûne û 2 Pêşmerge jî winda ne. Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena jî îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana Îranê ya li ser binke û baregehên wan ên li Başûrê Kurdistanê de 8 Pêşmerge şehîd bûne û 2 pêşmerge jî winda ne.

Baskê leşkerî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Fermandariya Supaya Millî ya Kurdistanê (Artêşa Nîştimanî ya Kurdistanê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Heşt fermandar û Pêşmergeyên bi navê Fermandarê Gurdanî Manîştê yê Lîwaya Zagrosê ya Supaya Millî ya Kurdistanê Îhsan Ferecî ji Îlamê, endamê Encûmena Fermandariya Supaya Millî ya Kurdistanê Umîd Nîkdil ji Sineyê, fermandarê lîwayê Yûnis Xiyasi ji Îlamê, endamê Encûmena Fermandariya Lîwayê Arwîn Sohrabî ji Ciwanro, endamê Encûmena Fermandariya Yekîneya Lojîstîk a Lîwayê Yadollah Nûrî ji Kirmaşanê û sê Pêşmergeyên bi navên Seîd Omîdî ji Kirmaşanê, Îdrîs Emcedî ji Sineyê û Kamran Rustemî ji Sineyê şehîd bûn.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) her wiha diyar kir ku di êrîşê de 2 Pêşmergeyên winda bûne û 29 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena jî îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana Îranê ya li ser binke û baregehên wan ên li Başûrê Kurdistanê de 8 Pêşmerge şehîd bûne û 2 pêşmerge jî winda ne.

Husên Yezdanpena got, “Tê gumankirin ku her du Pêşmerge di bin kavilên baregehê de mabin, ji ber wê jî îro em bi li wan digerin.”

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Supaya Millî ya Kurdistanê (Artêşa Nîştimanî ya Kurdistanê), çeperên Pêşewa Xoşewî Xelîl û Zagrosî yên li eniya şerê Pirdê ji aliyê dronên û mûşekên balîstîk û grad ên Îranê ve hatine bombebarankirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş di saet 10:20 û 13:20an de hatin kirin û 10 dron û 12 mûşek li navenda partiyê ketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst