Li Xarpêtê şerê bi kêran: Kesekî canê xwe ji dest da

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paloyê ya Xarpêta Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de kesekî canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.

Li Taxa Kalekentê ya navçeya Paloyê di navbera du grûpan de nîqaş derket û wan piştre bi kêr û satureyan li hev da.

Di encamê de Ercan Y. û kesekî din ku navê wî nehatiye zanîn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ercan Y. yê ku birînên wî giran in birin nexweşxaneyê lê berî bigihin nexweşxaneyê di rêyê de canê xwe ji dest da.

Tîman, birîndarê din jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Paloyê.

Ji kesên tevlî pevçûnê bûbûn 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin û yek jî reviya.

Ji bo kesê reviyaye were girtin berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst