Li Licê agir bi daristanê ket

29-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qada daristanê ya navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê şewat derket û li ser medyaya civakî bangawaziya ji bo vemirandina agir a bi taga #LiceYanıyor (Licê dişewite) bû rojev.

Duh Sêşemê 28ê Tîrmehê li herêma ya dikeve navbera gundên Derxust, Sîsê, Cinezur û Cimar ên ser bi navçeya Licê ji ber sedemek hêj nayê zanîn agir bi daristanê ket.

Di demeke kurt de ji ber bayê agir mezin bû û şewat belav bû. Li navçeyê ji ber agir nêzîkî 20 hektar daristan şewitî.

Şewata li qada darastana li Licê li ser medyaya civakî bi taga #LiceYanıyor bû rojev. Li ser medyaya civakî bi tagê bikarhênerên medyaya civakî bangawaziya vemirandina agir kirin.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Ali Aslan li ser hesabê xwe yê twitterê vîdeoyek belav kir û got: “Kesên bo vemirandina agirê li Îsraîl û Yûnê firokeyên taybet ê bo vemirandina agir dişînin dervey welat, çima midexaleyê agirê li Licê nakin!”

 

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê twitterê nerazîbûna xwe li hemberî bê xemayî li şewatê nîşan da û banga Qeymiqamiya Lîce û Parêzgariya Amedê kir û got: “Ji her aliyê Tirkiyê welatî bangawaziya vemirandina agirê li daristana Licê derketiye dike. Tika ye hûn derbarê mijarê de lêkolînekê bikin û raya giştî agahdar bikin.”

Li ser medyaya civakî hate ragihandin ku tîmên fermî yên agirvemirandinê bi hinceta ku cihê lê şewat derketiye qadeke çiyayî ye, midexaleyê agir nekirine û welatiyan bi derfetên xwe agir vemirandine.

Lê Rêveberiya Giştî ya Daristanan berevajoyê vê yekê dibêje ku tîmên wan ên taybet di dema xwe de midexaleyê agir kirine, li ser medyaya civakî derbarê şewatê de wêneyên maîpulatîf hatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst