Başak Demîrtaş: Aqlê sivik barê giran e

29-06-2020
RÛDAW
Nîşan Başak Demîrtaş Selahedîn Demîrtaş Fahd el-Mısri Fîgen Yuksekdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Başak Demîrtaş biryara dozgeriyê ya berdewamkirina girtina Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag belav kir û got, “aqlê sivik barê giran e.”

Başak Demîrtaş, hevjîna Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û nerazîbûn nîşanî biryara berdewamkirina girtina Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, hevseroka berê ya HDPê da.

Başak Demîrtaş di wê twîta xwe de biryara dozgeriyê ku tê de hatiye gotin, “delîl nehatine komkirin û diyardeyên şênber hene ku gumanbar xwe veşêrin an birevin” belav kir.

Hevjîna Demîrtaş di wê peyama xwe de got, “Dozger ev 6 sal e nekariye delîlan kom bike. Fîgen û Selahedîn dê birevin. Aqlê sivik barê giran e.”

Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di mijdara sala 2016an de bi hinceta ku propagandaya PKKê kirine bi 11 parlamenterên HDPê re hatibûn desteserkirin û piştre jî hatibû zindankirin.

Derbarê Demîrtaş de 31 fezleke hatine amadekirin û hemû îdiayên derbarê Demirtaş de di 2 keysan de hatine berhevkirin. Demîrtaş hê jî li Girtîgeha Edîrneyê zindankirî ye.

Fîgen Yuksekdag jî li Girtîgeha Kandira a li bajarê Kocaeliyê zindanîkiriye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst