Wêneyê girtiyekî Kurd jî di nav wêneyên Qeyser de derket

29-06-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Malbata wî dibêje, "Mihemed Reşo ne siyasî û ne çalakvan bû."
Malbata wî dibêje, "Mihemed Reşo ne siyasî û ne çalakvan bû."
Nîşan Mihemed Reşo Amûdê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) - Wêneyê welatiyekî bajarê Amûdê bi navê Mihemed Reşo ku bavê 7 zarokan bû, û di sala 2013 de hatibû girtin, di nav wêneyên Qeyser de derdikeve ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wî dibêje, Mihemed Reşo karên siyasî nedikir.

Pişka Kurdan jî di nav wêneyên Qeyser de hebû. Bendewariya 7 salan pûç derket. Birayê Mihemed Reşo ku yek ji girtiyên li ba hikûmeta Sûriyê bû, di bin lêdan û îşkencê de canê xwe ji dest dabû. Wêneya wî belav e, lê wêneya ciwaniyê û bîranînên xweş birayê wî dîsa di berîka xwe de bi germî hildigire.

Dîbo Reşo, birayê Mihemed Reşo dibêje, “Birayê min ne siyasî û ne ziman dirêj bû, kar û nimêja xwe dikir  çekê wî nimêja wî bû û karê xwe ne dide bi rihê xwe.”

Mihemed Reşo di sala 1972an de ji dayik bûbû. Bavê 7 zarokan bû, ji ciwaniya xwe ve li Şamê dijiya. Sala 2013an zarokên xwe vegerandin Amûdê û dîsa vegeriya Şamê. Ji dawiya Hezîrana 2013an bêserûşûn bû û piştre malbata wî bihîst ku ew hatiye girtin. Ew di navbera Sipênê û Hicêra ku gundwarên Şamê ne nebedî bûbû.

Mûsa Reşo, biraziyê Mihemed Reşo jî dibêje, “Ji sedî sed me pişt rast kir ku apê min e, apê min yê li Tirkiyê di rê rêxstinên navdewletî de pişt rast kir, em destpêkê ne pişt rast bûn lê piştire me konê xwe veda.”

Qeyser ku leşkerekî wênegir bû li ba hikûmeta Sûriyê, derket bo Amerîkayê û bêtir ji 55 hezar wêneyên girtiyan ên ku di bin zor û îşkencê de canê xwe ji dest dabûn derxistin ku yên 11 hezar girtiyan bû, tê texmînkirin ku hejmara kesên girtî û nediyar li ba hikûmeta Sûriyê 250 hezar kes bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst