Namzedê DEM Partiyê yê Eyûbiyeyê: Demografiya Rihayê hatiye guhertin

17-03-2024
RÛDAW
Halîl Akbaş bû mêvana bernameya Rûdawa Îro
Halîl Akbaş bû mêvana bernameya Rûdawa Îro
Nîşan Eyûbiye Hilbijartin DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê DEM Partiyê yê navçeya Eyûbiyeya Rihayê Halîl Akbaş got, “Demografiya vir hatiye guhertin, li vir Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen û çend gelên din hene.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Tê pêşbînîkirin ku vê hilbijartinê DEM Partî, AK Partî û Partiya Yenîden Refahê ji bo Rihayê rikeberiyê bikin, herwiha partiyên din jî namzedên xwe destnîşan kiriye û xebatên xwe dikin.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Rihayê ya giştî 2 milyon û 213 hezar û 964 e.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de mafê dengdanê yên milyonek û 251 hezar û 37 kesan heye.

DEM Partiyê jî ji bo hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen kirin namzed.

AK Partiyê ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul kir namzed.

Herwiha li Rihayê Partiya Yenîden Refahê jî Mehmet Kasim Gulpinarê ku parlamenterê berê yê AK Partiyê bû kir namzed.

Parêzgeha Rihayê ya ku di statuya Bajarê Mezin de ye xwedî 3 navçeyên navendî û 10 navçeyên derekî ye.

Yek ji wan navçeyên navendî Eyûbiye ye ku nifûsa wê 400 hezar û 84 e.

Namzedê DEM Partiyê yê navçeya Eyûbiyeya Rihayê Halîl Akbaş bû mêvana bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

Halîl Akbaş li ser hilbijartina got:

“Projeya me ya însaniyetê û gel e, şaredarî yên gel in. Em dê bi gelê xwe re van şaredariyan bimeşînin. DEM Partî bi gel re ye.

Çareseriyê ji welat û gelê me re bînin û xizmeta gelê bikin, ew jî kêfxweş bibin. Heger em bi ser bikevin dê êdî gelê me ji me neqete.”

Halîl Akbaş li ser zêdekirina dengên DEM Partiyê jî da zanîn:

“DEM Partî ya hemû gelan e, em hemû gelan hembêz dikin. Demografiya vir hatiye guhertin, li vir Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen û çend gelên din hene.

Her gel û reng tê de heye, her ol û netewe tê de heye. Projeya me berê û niha jî esasê xwe gel e. Hemû gel xwe di partî û projeya me de dibînin. Xizmeta me ji bo hemû gelan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst