Li Rihayê kesê ku destdirêjî li zarok kiribû hat girtin

29-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesek bi tohmeta ku destdirêjî  li zarokek keç kiriye, hat girtin.

Duh 28ê Adara 2022ê li navçeya Eyubiye ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, çend welatiyan di avahiyekê de guh li dengê zarokek keç bûn û hêzên ewlekariyê ji vê yekê agehdar kirin. 

Welatî berî ku hêzên ewlekariyê bigehin cihê bûyerê, ketin di avahiyê de û bi îdiaya ku destdirêjî li zarokek keç kiriye, li kesê bi navê M.A dan.

Piştî demekê hêzên ewlekariyê hatin cihê bûyerê û M.A destserkirin.

Zaroka keç û malbata wê ji bo karûbarên îfadeyê çûn navenda ewlekariyê û li ser kesê navborî gilî tomar kirin.

Piştî karûbarên yasayî M.A îro 29ê Adara 2022ê li Dadgeha Rihayê hat dadgehkirin û bi tohmeta destdirêjiya li wê zaroka keç,  ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst