Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê 7ê meha bê, ji bo hilbijartina Serokomarê welat diyar kir. Rikaberiya di navbera partiyên Kurdî de jî berdewam û PDK dixwaze vê carê posta Serokomariyê ji bo berbijêrê wê be.
Hilbijartina Serokomar
Şaxewan Ebdulla, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, dibêje, “Madeya 70 ya destûra Iraqê du ger danîne, gera yekem bi dengê 220 parlamenteran Serokomar tê hilbijartin, gera duyem jî kî bêhtira dengan bidest bixe di nav wan herdu berbijêrên ku dimînin ew dibe Serokomarê Iraqê.”
Ji hilweşîna desthilata Beisê ve li Iraqê postê Serokomariyê para Kurdan e û di nav Kurdan de jî Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê ew post birêve dibir.
`Ev demokrasî ye`
Piştî 17 salan, Partiya Demokrat a Kurdistanê dixwaze postê Serokomariyê werbigire û wê postê wek mafê xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî şandeke wê li Bexdayê bi danûstandinan ve mijûl e.
Viyan Sebrî, Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, diyar dike, “Demokrasî ev e; her aliyek hewl dide û em jî hewl didin û hêvîdar im em dê wê hejmarê werbigirin ku birêz Hoşyar Zêbarî bibe Serokomarê Iraqê.”
Berpirsên YNKê, PDKê bi şikandina yekrêziya Kurdan tohmetdar dikin û berpirsên partiyê jî bi heman awayî.
Kîjan partî nêzikî kîjan alî ye?
PDKê hevtêgehiştinek ligel Sedir û Suneyan heye û ji wan hêvîdar e. YNK jî nêzîkî Çarçoveya Hevahengiyê ye.
Herwiha bi çûna hevserokê xwe bo Bexdayê dixwaze dengên piraniya parlamenterên Iraqê ji bo berbijêrê xwe bidest bixe.
`Dê ziyan bigihîne me`
Herêm Kemal Axa, Serokê Firaksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê, “Nedibû bi vî awayî ji bo posta Serokomariyê, piranî bê ferz kirin, ku di pêşerojê de ziyanê digehîne me. Herwiha nedibû ew ên ku di demên borî de hevpeymanên me yên stratejîk bûn bo mafên me yên di destûrê de û ew mafên ku me bidest xistine bibin destpêkek ji bo pirsgirêk û dijayetiya daxawazên xelkê Kurdistanê.”
Hemû çav li civîna 7ê meha bê dibin ku berbijêrê PDKê Hoşyar Zebarî diçe Koşka Selam, yan jî berbijêrê YNKê Berhem Salih di wê koşkê de dimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse