AMED - Partiya DEVAyê Komkujiya Roboskiyê protesto kir

28-12-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Komkujiya Roboskê Partiya DEVA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya DEVAyê li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê Komkujiya Roboskiyê protesto kir. Di ser Komkujiya Roboskiyê re 11 sal derbas bûn, lê heta niha jî tawanbar û berpirsiyarên bûyerê nehatine eşkerekirin.

Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) dibêje, tevî ku kesên ferman dane û bombe avêtine diyar in, lê dewlet naxwaze Komkujiya Roboskiyê bê zelalkirin û di kûrahiyên Enqerê de hat wendakirin.

Serokê Şaxa DEVAyê ya Amedê Parêzer Cihan Ulsen got "11 sal derbas bûn. Di nav 11 salan de mixabin ji bo eşkerekirina Komkujiya Roboskiyê û darizandina tawanbaran ti gavek nehat avêtin. Ji bo pêşveçûna dosyeya Roboskiyê berpirsên dewletê û desthilatê ti gavek ne avêtin. Ji destpêka bûyerê ve dewlet û saziyên darazê bêyî ku li cihê bûyerê lêkolînê bikin, doz dane destpêkirin. Dozger ji helîkopterê ve lêkolîna cihê bûyerê kir. Balafirên Komara Tirkiyê welatiyên xwe bombebaran kirin û derbarê bûyerê de tawanbarek jî bo îfadeyê nehat bangkirin."

Welatiyên Kurd jî nerazîbûnên xwe nîşan didin û dibêjin, heta tawanbar neyên darizandin dest ji tekoşîna xwe bernadin û hêviya xwe wenda nakin.

Welatî Tahsin Çelik diyar kir “Di wê wextê gava bombebaran kirin û van mirovên me hatin qetilkirin, ji wê salê heta vê salê 11 sal derbas bûn. Di vê demê de qet di dadgehan de, di çapemeniyê de hê kiryarên wan derneketine û dernexistine meydanê. Ji bo wê em dibêjin bila her tim di rojevê de be, em dê wan her tim bînin bibîranîn û nahêlin heqên wan bên wendakirin.”

Li Roboskiyê jî bi beşdariya malbatên qurbaniyan, siyasetmedar û nûnerên baroyan çalakî hatin kirin.

Serokê Şaxa Stenbolê ya HDPê û birayê qurbaniyekî Roboskiyê Ferhat Encu "Mixabin 11 sal in tevî hemû daxwaz û tekoşîn û hewldanên me, ji desthilata siyasî heta saziyên leşkerî, derbarê wan kesên ku ev komkujî kirin û fermana wê dan ne lêpirsînek hat kirin û ne jî ceza hat dayîn. Lê ligel vêna malbatên Roboskiyê hatin darizandin, derxistin pêşberî dadgehê û ceza li wan birîn."

Şeva 28ê Kanûna 2011an li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilabanê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin, ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin, di demekê de ku hêzên ewlekariyê ji bazirganiya ser sînor agahdar bûn. Hersal 34 qurbaniyên komkujiyê li goristana gund bi çalakiyan tên bîranîn û malbat û kesûkarên qurbaniyan daxwaza xwe ya dadmendiyê dûbare dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst