HAK-PAR: Divê biryarên DMMEyê werin bicihkirin

28-12-2020
RÛDAW
Nîşan HAK-PAR DMME Selahatin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latif Epozdemîr têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de ragihand ku divê Tirkiye pabendê biryara DMMEyê ya azadkirina Demîrtaş bibe.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Latif Epozdemîr bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya derbarê azadkirina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de û diyar kiriye, ku divê Tirkiye pabendî biryara vê dadgehê bibe.

Latif Epozdemîr dibêje: “Di wan rojên dawî de, rojeva siyasî bi babeta serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ve mijûl e. Şerîkê desthilatdariyê yê piçuk, lê bibandor, bê sedem bi gotina xwe ya `divê HDP were girtin` gengeşîyekê nû vekir. Bi rojane `rûsipîyên` welatê di ekranên medyaya hewuzê de diaxifin, tehlîlan dikin. Zagon, hiqûq, edalet xema kesî nîne, hemû bi yek devî dibêjiin HDP dabeşker e.”

Epozdemîr anî ziman ku “HDP bi xwe, ji bo Kurdan tû statû naxwaz û pirsgirêka Kurd pişt guh dike” û wiha pê de çû: “HDP her çiqas dibêje; `em ne dabeşker in, em ne partiya Kurdan in, em devleta unîter û welatekê hevbeş dixwaz in, em têdikoşin kû bibin Tirkiyeyî, em dilxwazê enetegrasyonê ne, em komariyek demokratîk dixwazin, em dijî netew devlet in`  lê dîsa jî siyaseta Tirk bi israr dibêjeHDP dabeşker e, partiya Kurd e.”

Bi gotina Epozdemîr hinek alî jer be ku berê dengên hilbijerên Kurd neyên guherandin di  nav hewldanên taybet de ne û ew dibêje: “Xebat tê kirin ku bi afirandina mexduriyetê Kurdên ku ji HDP dûr dikevin, ewana careke din dîsa entegreyê HDPê werin kirin. Lewra HDP ji bo saziya siyaseta Tirk cih vedike, HDP ji bo partiyên siyasî yên Tirk materyalên polîtîk temîn dike.”

Epozdemîr di beşeke din daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji ber ku Partiya Maf û Azadiyan ne hiqûqa serdestan,lê, serdestiya hiqûqê diparêze, di vê dîtînê de ye ku darêzgêriya Tirk mecbur e rîayetê biryara DMMEbike. Ji ber vê yekê divê Demirtaş serbest were berdan. Wek Partîya Maf û Azadiyan em dixwazin, bibîr bînin ku DMME ji bo cihanîna hiqûqa navnetewî dezgehek bibandor e. Ne bicihanîna biryara DMMEê, di warê hiqûq û edalete de, xetayekê mezin e. Biryarên DMME, divê ne wek ceza kirinê werin şîrove irin, lewma bi her hal divê ew biryar werin bicihkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst