Necmedîn Kerîm tûşî celteya mejî bû û li jêr çavdêriya pizîşkî ye

28-10-2020
RÛDAW
Nîşan Necmedîn Kerîm Kerkûk Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîsingeha Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand ku Kerîm tûşî celteya mejî bûye û li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.

Nivîsingeha Necmedîn Kerîm îro, 28.10.2020, daxuyaniyek belav kir û ragihand, çend roj berî niha Necmedîn Kerîm “wek her hemwelatî û mirovekî asayî tûşî celteya mejî bû û ji ber wê yekê ketiye nexweşxaneyê.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Necmedîn Kerîm li nexweşxaneyê li jêr çavdêriya tîma pizîşkî de ye û lê ti zanyariyek derbarê tendirustiya wî de nedaye.

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye gotin, “em spasiya hemwelatiyên Kurdistan, Kerkûk, navçeyên veqetandî ku bi peroş in bo tendirustiya Dr. Necmedîn û spasiya hemû wan kesayet û serkirdayetiya aliyên siyasî dikin li Herêma Kurdistan, Kurdistana Bakur, Rojhilat û Rojava ku berdewam di peywendiyê de ne û li tendirustiya birêz doktor (Necmedîn Kerîm) dipirsin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst