Li Wanê pevçûna malbatan: Kuştiyek, 7 birîndar û 15 desteserkirî

28-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêya Armûşê ya parêzgeha Wanê di şerê 2 malbatan de kesek hat kuştin, 7 kes birîndar bûn û 15 kes jî hatin desteserkirin.

Bûyer li taxa Kevenliyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Li gorî zanyariyan di navbera 2 malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê ji nîqaşê her du malbat pev çûn, çek jî hatin bikaranîn.

Li gorî zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin û 15 kes desteser kirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo ku dîsa pevçûn dernekeve li taxê tedbîrên ewlehiyê girtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst