Koçberên Serê Kaniyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşanda kir / Wêne: Ji dîmenan ( ANHA)
Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê yên li Hesekê dixwazin vegerin war û milkên xwe.
Sibe (9ê Çiriya Pêşîn) salvegera 5emîn a destpêkirina êrişa Tirkiyeyê ya li ser bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê ye.
Sibe 5 sal di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî ya ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve re derbas dibin.
Ji ber dagîrkirinê piraniya Kurdên wan herêman koçber bûne.
Koçberên Serê Kaniyê yên ku li kampên Waşo Kanî û Serê Kaniyê de hatine bicihkirin, meşek li dar xist û tê de dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir.
Koçberan xwest ku vegerin war û milkên xwe.
Xwepêşanderan bangî civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo ku dawiyê li dagirkeriya xwe bîne û ew jî karibin vegerin warên xwe.
Piştî ku artêşa Tirkiyeyê bi hevkariya komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê Çiriya Pêşîn a 2019an bajarên Serê Kanî û Girê Spî dagir kirin, bêhtirî 200 hezar Kurdî koçber bûn û ji wê demê ve di rewşeke gelekî dijwar de dijîn.
Koçberên li Serê Kaniyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabûn ser pêyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 7, 2024
🎤 "Zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dagirkeriya xwe biqedîne"
🛑 Pankarta "Serê Kaniyê buhişta min e " hat hildan
🛑 Piştî ku Tirkiyeyê Serê Kaniyê û girê Spî dagir kirin bi sed hezaran Kurd koçber bûne… pic.twitter.com/tS8BoKJGQs
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse