Navenda Metro têkildarî êrişa ser ofîsa Rûdawê daxwaza lêkolînê ji Rêveberiya Xweser kir

28-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Metro Bo Berevaniya Li Mafê Rojnamevanan, êriş û şewitandina Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo şermezar dike û dibêje, Êrîşkirina ser ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo binpêkirina rêkeftinên navdewletî ye û karên wiha dibin sedema rengvedanên xirab li ser karê Rêveberiya Xweser li cîhanê û li ba civaka navdewletî.

Şeva bihorî derengê şevê di demjimêr 00:30an de ji aliyê çend kesên nenas ve li bajarê Qamişlo bi molotofan êrişî ofîsa Rûdawê ya Rojavayê Kurdistanê hat kirin û di encamê de beşek ji ofîsê şewitî.

Navenda Metro derbarê bûyerê de daxuyaniyek weşand û têde dibêje, “Ev şeşem car e ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo rastî êrîşan tê” û tekez dike, êrîşkirina ser ofîsa Rûdawê “binpêkirina rêkeftinên navdewletî ye.”

Di beşeke din a daxuyaniya Navenda Metro de hatiye gotin, “Êrîşa dawîn bûye sedema şewitandina beşek ji ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo.”

Navenda Metro dibêje, Rûdawê mohleta fermî ya karkirinê li navçeyê heye û diyar dike, Rûdaw derd û êşên xelkê navçeyê veguhastiye.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Navenda Metro daxwaz ji berpirsên Rêveberiya Xweser dike, “lêkolîneke ciddî li ser vê bûyerê bikin.”

Peyamnêra Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Vîviyan Fetah piştî êrişê li nav ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo ragihand, heta niha nasnameya kesên êrişkar nehatiye zanîn, lê belê hêzên Asayişê yên Rêveberiya Xweser derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Li aliyekî din, di dîmenên ji kamêrayên çavdêriyê yên Ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo de xuya dibe, ku du genc bi ser û çavên nixumandî diçin nav hewşa ofîsa Rûdawê û du koktêl molotofan davêjin nav ofîsê û paşê direvin.

Di encama avêtina wan molotofan de, agir bi beşekî avahiya ofîsê ketiye û beşek jê şewitiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst