Li Meletiyê cîranan hev da ber kêran: 5 birîndar

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Çirmik Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûna du koman de 5 kes birîndar bûn, birînên yekî ji wan giran in.

Li Taxa Gedikê ya navçeya Çermiktiyê, cîran ji ber nûjenkirina avahiyê cîran pev çûn.

Di pevçûnê de her du aliyan bi kêran êrişî hev kir.

Di encamê de kesên bi navê Z.A., Î.A. û R.A. bi kêrê û M.S. û E.S. ji ber lêdanê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Battalgaziyê.

Gumanbarê êrişê E.S. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Her wiha hat zanîn ji birîndaran rewşa Z.A. giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst