AMÊDÎ- Piştî bombebarana Tirkiyeyê şewat derket!

28-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amêdî Tirkiye Bombebaran Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Balafirên şer ên Tirkiyeyê dorûbera gundê Sergelêyê yê Amêdiyê bombebaran kir û ji ber bombebaranê agir bi zeviyên gundiyan ket.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, agir zêdeyî 2 saetan berdewam kir û ji ber tirsa bombebaranê gundî nikarin herin agir vemirînin.

Gundiyê bi navê Şêrwan Sergelî li ser derketina agir ji Rûdawê re axivî.

Şêrwan Sergelî da zanîn ku ji ber tirsa bomberan û topxaneyan ew newêrin biçin agir kontrol bikin.

Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê dorûbera çiya û gundên Amêdiyê ya girêdayî Dihokê bombebaran û topbaran dike.

Ji ber tobparan û bombebaranên Tirkiyeyên yên li herêmê zereke zêde ya canî û madî digihê xelkê herêmê û bi dehan gundên li herêmê vala bûne.

Divê bê gotin beriya bi çend rojan li gundê Belîzanê yê herêmê şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de derketibû.

Artêşa Tirkiyeyê li Zaxoyê jî 6 xalên nû yên leşerî çêdike û xelkên herêmê êdî nikarin herin nava mal û milkên xwe.

Artêşa Tirkiyeyê bi armanca çêkirina 6 xalên leşkerî li zincîre Çiyayê Zirêze rêyên nû vedike.

Li gorî zanyariyan, heta niha artêşa Tirkiyeyê li derdora 8 gundên herêmê bi cih bûye.

Xelkê herêmê û xwediyên pez û dewaran eşkere dike ku niha ji ber bombebaranên Tirkiyeyê ew newêrin ajelên xwe derxin û wan biçêrînin.

Li hêla din, Tîmên Aştiyê yên Civak(CPT) ragihandibû ku Tirkiyeyê herî kêm 300 tank birine Dihokê, haziriya êrişê dike.

Li gorî rapora CPTyê, leşkerên Tirkiyeyê ketine gundên Kêste, Aradna, Çelkê, Babîrê, Ure û Sereroyê yên Kanî Masêyê û bi peyatî li nava gundan digerin.

CPTyê destnîşan kir ku Tirkiyeyê 25ê Hezîranê li navbera gundên Babîrê û Kanî Belaqê xaleke leşkerî daniye û leşker nasnameya xelkê kontrol dikin.

“Beşeke girîng a xaka Herêma Kurdistanê dê bikeve destê Tirkiyeyê”

CPTyê li ser armanca Tirkiyeyê ya ji vê tevgera nû wiha got:

“Armanca Tirkiyeyê ew ku bigihe Çiyayê Hefttebeq yê li Şêladizê.

Piştre dixwazin Çiyayê Gareyê dagir bikin.

Heke ev rû bide Herêma Kurdistanê dê ji sedî 70-75ê desthilata xwe ya li Dihokê winda bike.

Heke operasyone Tirkiyeyê bi ser bikeve dê bi dehan gund bikevin bin metirsiyê û dê bi sedan kes koçber û derbider bibin.

Beşeke girîng a xaka Herêma Kurdistanê dê bikeve destê Tirkiyeyê û dê standina wê zehmet be.”

CPTyê destnîşan kiribû ku Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an zêdeyî 800 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye û 8 sivîlan jî ji ber wan êrişan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst