Geştyarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li Colemêrgê bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin

28-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Geştyar Rojhilatê Kurdistanê Îran Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Wanê, niha geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê berê xwe didin Colemêrgê jî. Şanda kompanyayên geştyariyê ên Rohjihatê Kurdistanê û Îranê, doh di Deriyê Sînorî yê Esendereyê re li navçeya Geverê, derbasî parêzgeha Colemêrgê a Bakurê Kurdistanê bûn û bi def û zirne û kulîlkan pêşwaziya wan hate kirin û di roja yekê de ew li navçeya Şemzînanê li cihên geştyarî gerandin.

Pêşwazîkirina geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê birêve çû. Şanda kompanyayên geştyariyê yên Rohjihatê Kurdistanê û Îranê, roja 27ê Nîsanê ji Deriyê Sînorî yê Esendere yê li navçeya Geverê derbasî parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bûn.

Şanda geştyaran ji aliyê berpirsên bajêr û kompanyayên geştyariyê ve bi def û zirne û kulîlk hatin pêşwazîkirin û roja yekem li navçeya Şemzînanê serdana herêmên geştyariyê kirin.

Serokê Şaxa Rojhilatê Anadoluyê ya Yekîtiya Kompanyayên Geştyariyê ya Tirkiyê Cevdet Ozgokçe li ser hatina geştyaran got, “Me ji 4 bajarên Komara Îslamî ya Îranê 101 kompanyayên geştyariyê îro anîn Şemzînanê. Em niha li girê temaşekirinê ne. Erdnîgariyeke nuwaze ye û cihekî xweş ê geştyariyê ye. Mêvanên me gelek ecibandin.”

Geştyar li hember xwezaya xweş a Şemzînanê matmayî man.

Geştyar Şebnem Seyîdzade got, “Wek xweza cihekî gelekî xweş e. Ez dibêjim qey di vê demsalê de xweştir e. Ez li gelek cihên Tirkiyê geriyabûm. Berî çend salan hatibûm vê derê jî. Em niha wek grûp hatin. Em ê bi berfirehî li her derê bigerin. Hêviya me ew e; em ê geştyaran jî bişînin vê derê.”

Şanda geştyariyê ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku ji 101 kesan pêk hatiye dê 3 rojan li herêmên geştyariyê yên Colemêrgê û navçeyên wê bigerin. Kompanyayên geştyariyê piştî ku vegerin Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dê gerên geştyariyê ji bo Colemêrgê rêk bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst