Amêdî; Li Çiyayê Metîna teqîn

28-04-2023
RÛDAW
Dilşad Ebdulrehman di teqîna îro de
Dilşad Ebdulrehman di teqîna îro de
Nîşan Amêdî Çiyayê Metîna Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Çiyayê Elho li sînorê qezaya Amêdî ya Duhokê teqînek çê bû û li gor zanyariyên destpêkê, di teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, îro nîvro dengê teqînekê li nêzîk Kûpîtka Elho ya li Çiyayê Metîna hat bihîstin û li gor agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li gor heman çavkaniyê, hejmarek kes ji xelkê Amêdiyê îro ji bo berhevkirina giyayên biharê çûne Çiyayê Metîna ku di demên nîvro de dengê teqînê hatiye bihîstin.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nisrî ragihand ku piştî dengê teqînê xelk ber bi cihê bûyerê ve çûne û li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, di teqînê de kesekî canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar e.

Peyamnêrê Rûdawê got, kesê di teqînê de canê xwe ji dest daye, Dilşad Ebdulrehman e û yê birîndar jî navê wî Necîb Amir e.

Li gor agahiyên Rûdawê, her du welatî xelkê gundê Kanê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve ne.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst