Li Meletiyê bijîşkekî sexte yê Sûriyeyî hat desteserkirin

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan Meletya Bijîşkê Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Meletiyê bijîşkekî sexte ku bi eslê xwe Sûriyeyî bû hat desteserkirin.

Parêzgariya Meletiyê ragihand ku li taxa Hasan Varolê ya navçeya Meletiya Kevin, welatiyekî Sûriyeyî bi navê S.E xwe wekî bijîşkê jidayikbûnê û nexweşiyên hinavan daye nasandin.

Wî kesî li mala xwe, li beramberî pereyan nexweş muayene dikir.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê, bi operasyonekê bi ser mala S.E de girt û ew di dema pişkînîna nexweşan de desteser kir.

Parêzgariya Meletiyê eşkere kir ku di operasyonê de dest bi ser hinek kelûpelên bijîşkî û pereyan de jî hatiye girtin.

Hêzên ewlehiyê S.E piştî karûbarên îfadeyê yên li navenda cendermeyan şand dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst