Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Tevgera Çaksaziyê Emced Osman ji bo Rojavayê Kurdistanê pêwîst e Mezlûm Ebdî û serkirdeyê Herêma Kurdistanê bicivin.
Serokê Tevgera Çaksaziyê Emced Osman bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û li ser pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê axivî.
Emcem Osman diyar kir ku ew heta niha nizanin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re civiyaye yan na.
Serokê Tevgera Çaksaziyê amaje bi rewşa Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:
“Li cem me agahiyeke wisa nîne ku Mezlûm Ebdî û serkirdeyên Herêma Kurdistanê civiyane yan na.
Me tiştekî wisa nebihîstiye lê heger hevdîtineke wisa pêk were em dê gelekî kêfxweş bibin.
Di rewşeke wisa de heger hevdîtineke wisa nehatibe kirin kî lê pêwîst e hevdîtineke wisa were kirin.
Ji bo rewşa Sûriyeyê, ji bo rewşa Kurdan bi taybetî pêwîstî bi hevdîtineke wisa heye.”
“Divê biryarên siyasî di destê Rojavayê Kurdistanê de bin”
Emced Osman behsa vekişîna hêzên PKKyê ji Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:
“Mijara vekişîna kadroyên PKKyê ji Rojavayê Kurdistanê hem di medyayê de hem di hevdîtinan de mijareke nîqaşê ye.
Rewşeke nû derketiye holê, pêşketinên dawî li Sûriyeyê hene, rejim hilweşiya rewşeke nû li Şamê heye, rewşeke giştî ya Sûriyeyê heye û wekî Kurd pirsgirêkeke me ya kûr jî bi Tirkiyeyê re heye.
Ev mijar deriyê nîqaşa destêwerdana Rojavayê Kurdistanê ye.
Li gorî min her şervanê ku Kurd be yan jî ne Kurd be û ji derve hatibe Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê şer kiribe divê em spasiya wî bikin.
Di vê rewşê de divê biryarên siyasî di destê Rojavayê Kurdistanê de bin.
Standina biryara siyasî di destê aliyên siyasî û hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê de bin.”
“Piştî hevdîtinan ti pêşketin derneketin holê”
Serokê Tevgera Çaksaziyê amaje bi diyaloga Mezlûm Ebdî û ENKSyê jî kir û wiha got:
“Pirsgirêka me çi ye? Pirgirêka me ew e ku ew pêvajoya ku wê nûnertiya hemû Kurdên Sûriyeyê bike hîn bi dawî nebûye.
Hevdîtin çêdibin, hevdîtin di navbera General Mezlûm Ebdî û ENKSyê de çêbûn lê me ti pêşketinên nedîtin.
Bi wan hevdîtinan re ew sarî û hat şikandin lê piştî wan hevdîtinan hin daxuyanî hatin belavkirin ku hêviya nava xelkê careke din hatin şikandin.
Xelk li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya hevdîtinên aliyan dike lewre xelk xilasiya xwe di wan hevdîtinan de dibîne.
Ji ber gefan metirsî heye xelk li ser axa xwe nemîne.
Piştî rûxana Beşar Esed hem çav li ser Kurdan e û hem jî gef li ser Kurdan e.
Divê aliyên siyasî bi hev re heyeteke hevbeş ava bikin û biçin problemên li Şamê ne û bi Tirkiyeyê re ne.
Aliyên siyasî divê bibin aliyên çareseriyê nebin beşek ji pirsgirêkan. “
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse