Li Rojavayê Kurdistanê xelk di remezanê de ji nirxê kelûpelan bi gazin e

28-03-2023
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê xelkdi remezanê de ji nirxê kelûpelan bi gazin e
Li Rojavayê Kurdistanê xelkdi remezanê de ji nirxê kelûpelan bi gazin e
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şînkatî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka meha Remezanê ve nirxê gelek kelûpel, keskatî û goşt li bazarên Rojavayê Kurdistanê bilind bûne.

Li bazara keskayetiyê ye li taxa Hitîn ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, welatî gazinan ji giranbûna keskatî û fêkî dikin. Jinek dibêje, ji cihekî heta cihê din nirx ne wek hev in.

Welatiyeke Qamişloyê got “Kîloya bacanan çima bi 7 hezaran e? gelek biha ye. Ji miletê nayê ku bikirin. Bihayê hemûyan ne weke hev in, li hinek cihan bi 7 hezarî ne, li hinek cihên din bi 6 hezarî ne, li hinek cihên din jî bi 7 û nîavan e, çima wilo ye? Bi awayekî giştî gelek bihaye, gerek erzan bûna?”

Gelek welatî giranbûna buhayê keskatiyê davêjin ser milê bazirganan, dibêjin ji ber nebûna çavdêriyê bazirgan nirxê keskatiyê bilind dikin.

Welatiya Qamişlo Dayika Hisên dibêje “Wele milet feqîr e, nanê wan tine bixwin. Hinek jê ji wan diqede, yên ku ji wan naqede jî rebena nikarîn qayişê bi yên din re bikşînin. Ma ka emê rojiya remezanê ji birçîna bimrin? Ji Xwedê jî natirsin?”

Ji aliyê xwe ve bazirgan red dikin ku ew bi kêfa xwe nirxê keskatî û fêkiyan bilind dikin, bazirganek dibêje, ew keskati û fêkiyan hawirde dikin û bi nirxekî giran dikirin û neçarin bi giranî bifroşin xelkê

Firoşkarê keskatiyê Ebdilselam Hesen ragihand “Em biha naşixwilin. Îro ez çûm halê got kîloya bacanan bi giştî 3 hezar û 800î ye, xiyar bi giştî 7.7 heta 8 hezarî ye. kartonên mûza bi dolar tê kirîn, serê kartoneke mûzan li ser me 6 hezaran heya dolarkî rûdinê. Em 6 hezar jê dernaxin. Em çiqas jê derdiqin? Em 3 hezar jê derdixin.”

Li ser vê giraniyê jî Rêveberiya Xweser dibêje, di vê demsalê de ew keskatî û fêkiyan ji navçeyên di bin kontrola Hikûmetê de hawirde dikin, û ji ber wê yekê nirxê wan bilind bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst