Efrîn: Çekdarên Feyleq el-Şam 2 welatiyên Kurd revandin

28-03-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Welatiyên Kurd Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Biyê ser bi navçeya Şêrewe ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam ser bi Tirkiyê 2 welatiyên Kurd revandin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 28ê Adarê li gundê Biyê ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam ser bi Tirkiyê welatiyên Kurd ên bi navên Xelîl Ibrahîm Umer (35) û Umer Umer (20) bi hiceta ku beşdarî xwepêşandana Cindirêsê bûne, revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Şeva 20ê Adara 2023an şeva Newrozê, 4 welatiyên Kurd li Cindirêsa Efrînê bi destê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye ya ser bi Tirkiyê ve hatibûn kuştin, piştre nerazîbûnên berfreh ên navxweyî û navdewletî dijî vê bûyerê çêbûn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst