Şivan Perwer: Keremê Seyad xizmeteka mezin da çand û dîroka Kurd û Kurdistanê

28-03-2021
RÛDAW
Nîşan Şivan Perwer Keremê Seyad Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdarê Kurdistanê, Şivan Perwer derbarê koça dawî ya Keremê Seyad, rewşenbîr meydakarê Kurd ê Ermenistanê peyamek belav kir û têde dibêje, “Mamoste Kerem bi salan bi hezkirina ziman û hunera kurdî û dilpêya Kurdistanê xizmeteka mezin daye huner, hunermend, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê.”

Şivan Perwer, Keremê Seyad weke “xizmetkarê mezinê Dengê Radyoya Yerevanê” bi nav dike û dibêje, “mamoste Kerem gelek camêr, têgihiştî, mervan û welatperwer bû.”

Di beşeke peyama xwe de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kiriye, Şivan Perwer amaje bi rihê kurdayetî û niştimanperwerî li bal Keremê Seyad û malbata wî dike û dibêje, di bin her bandorekê de ew girêdayî biyaniyan û ol û olgeran nebû. Li ser vê yekê hunermend Şivan Perwer wiha dibêje: “Li bin her bandorekê jî perestî biyanan û bêganî nebû. Perestî ol û olgeran nebû wek malbata Mamoste Casimê Celîl, malbata Xelîlê Muradov (malbata Mamoste Têmûrê Xelîl) Keremê Ankosî, malbata Çildergûşî, Wezîrê Eyşo, Prf Şakirê Xido, mamoste Eskerê Boyik, mamoste Karlanê Çeçan û hwd.. Her rewşenbîr û welatperwer man. Ne xwe dane çînyên Mîrî, Pîrî, Şêxî yan Babaşêxî û ne jî olî û olperestî. Ji ber ku wan dizanibû ku jiyan û jînenigariya hemû rengên Olî û Oldarî bi azadîya gelê Kurd û hezkirin û parêziya Kurdistanê ve girêdayiye.”

Şivan Perwer behsa serpêhatiyeke xwe li gel Keremê Seyad li Başûrê Kurdistanê dike û dibêje: “Di sala 2004 an de li Başûr li gel Mamoste Keremê Seyad, Prf. Mamoste Celîlê Celîl, Prf. Mamoste Şakirê Xido, Birêz General Ezîz Weysî û çend kesên din li roja Çarşema Sor em hemû pêkve çûn Şêxanê serdana Mîr Tahsîn û Civata Malbatan ji bo pîrozkirina roja Çarşema Sor a pîroz a Ezdayî û Ezdayan..Mamoste Kerem jî yekem car di rojek wisa de amade dibû û herweha li rewşê matîdar mabû. Gelek dilxweş bûbû li gel dost û hevalên xweşdivî, Civata Ezdayan û Roja Pîroza Ezdayetî.”

Hunermendê mezinê Kurd Şivan Perwer sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwaze, ku “mamosteyekî wisa hêja wenda kiriye” û dibêje, “em wan kar û xizmeta mamosteyê xwe yê hêja ji bîr nakin.”

Keremê Seyad, rewşenbîr û medyakarê Kurd ê Ermenistanê duh Şemiyê di 82 saliya xwe de li Yêrîvanê koça dawî kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst