Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê aşût bi ser çiyageran de ket 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Çar çiyagerên ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber rênûya berfê canê xwe ji dest dan, sê kes birîndar bûn û sê kesên din bêserûşûn in.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, îro piştî nîvroyê li çiyayên derdora gundê Heftaşiyê yê bajarê Baneyê yê parêzgeha Sineyê aşût bi ser 10 çiyagerên ji Baneyê de ket.
Hat ragihandin ku di encama aşûtê de 4 çiyageran canê xwe ji dest da, 3 çiyager jî birîndar bûne û 3 çiyager jî di bin winda ne.
Timên hawarçûnê û gelek welatî ji bo dîtina 3 çiyagerên winda çûn cihê bûyerê.
Li gorî agahiyan, di nav çiyageran de 2 jin û 8 mêr hebûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse