Li Berdereşê qeza: Sê jin, zarokek û zilamek mirin

28-02-2024
Nîşan Berdereş Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qezaya Berdereşê ya Dihokê du otomobîl li hev qelibîn û 5 kesan canê xwe ji dest da.

Qezayê îro derdora saet 10:45an li ser rêya Berdereş û nahiyeya Kelekê rû da.

Hat zanîn ku sê jin, zarokek û zilamek mirine.

Li gorî çavkaniyên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, sê kes li cihê qezayê û du kes jî li ser rêya nexweşxaneyê mirine.

Heta niha amarên qezayên trafîkê yên sala 2023yan nehatine belavkirin.

Sala 2022yan jî li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 706 hezar qeza çêbûne.

Di van qezayan de 455 kes mirine û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst