Li Dêrikê 4 otomobîl hatin bombebarankirin: Mirî û birîndar hene

28-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hesekê Dêrik Êrişên Dronî Sûtora Hêzên Ewlehiya Hundirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de 3 endamên asayîşê canê xwe ji dest da 2 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Dêrikê yê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê îro 4 otomobîl ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatin bombebarankirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a North Pressê, di encama bombebaranê de 3 endamên polîsên Sûtoroyê canê xwe ji dest da û 2 endamên wê jî birîndar bûn.

Sûtoroyê di daxuyaniyekê de ragihand ku endamên wan ên bi navê Mizafer Mihemed, Cemîl Hena û Şerbîl Salîba Sawmî di bombebaranê de canê xwe ji dest daye.

Sûtoro an jî Polîsên Sûtoroyê, li parêzgeha Hesekê hêzeke polîsan e ku ji Asûrî û Suryanan pêk tê û ser bi Hêzên Ewlehiya Hudirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê ve ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst