Droneke Tirkiyeyê li Kobaniyê otomobîlek bombebaran kir

03-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hêzên Ewlehiya Hundirîn Rojavayê Kurdistanê Kobanî Êrişên Dronî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke artêşa Tirkiyeyê li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek bombebaran kir, 2 kes birîndar bûn.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Rojavayê Kurdistanê li ser bombebaranê daxuyaniyek belav kir.

Asayîşê di daxuyaniyê de ragihand ku droneke artêşa Tirkiyeyê saet 12:55an li Kobaniyê otomobîleke hêzên wan bombebaran kiriye.

Herwiha Asayîşê da zanîn ku di bombebaranê de 2 endamên wan birîndar bûne û wan birîndar birine nexweşxaneyê.

“Peyameke zelal e ku dixwazin hêzên me ji pêkanîna erkên xwe dûr bixin”

Hêzên Ewlehiya Hundirîn di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Ev êrîşên li ser hêzên me peyameke zelal e ku dixwazin hêzên me ji pêkanîna erkên xwe dûr bixin di vê dema ku wê hilbijartina şaredariyan çêbibin.

Herwiha ev yek rê li ber çete û sûcdarên ku karên wan têkbirina ewlehî û aramiya herêmên me ye vedike.
Ev armanc biryar û îradeya me zêde dike ku em ji her demê bêtir ji bo domandina civakeke ewledar û aram bixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst